Lêkolîn: Îstîxbarata herî bi hêz a Brîtanyayê ye

05 tebax 2026 14:42

Li gor lêkolîneke navdewletî, servîsa îstixbarata derve ya Brîtanyayê MI6, wek servîsa îstixbarata derve ya herî bi hêz a Ewropayê hat destnîşankirin û di rêza yekem de cih girt. Di lêkolînê de hat diyarkirin ku sîxûrên Brîtanyayî gelek bi hêsanî dikevin nav rêvebirên li Çîn, Rûsya, Tirkiye û Îranê.

Lêkolîn: Îstîxbarata herî bi hêz a Brîtanyayê ye

RûpelNews - Li gorî raporeke di The Guardianê de hat belavkirin servîsa îstixbarata derve ya Brîtanyayê MI6 wek servîsa îstixbarata derve ya herî bi hêz a Ewropayê hat binavkirin.

Di nirxandinê de ku ji aliyê kovara Fransî L'Express ve hatibû kirin  ji 25 welatan 60 pispor beşdar bûn. Kovarê bi xebatkarên servîsên îstixbaratê yên welatên hevalbend ên Ewropayê re re têkilî danîbû da ku ji wan bixwaze hevpîşeyên xwe binirxînin.

Li gorî nirxandina herî dawî, ajansa îstixbaratê ya Brîtanî di lêkolînê de 251 pûan bi dest xist.

Di lêkolînê de, şiyana MI6 ya perwerdekirina agahdarên payebilind û 'pisporiya wê ya di derbasbûna nav elîtên desthilatdar ên Rûsya, Çîn, Îran û Tirkiyeyê de' ew kir îstîxbarata herî baş û bi hêz.

Slovakya di rêza dawî de ye

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Derve ya Fransayê (DGSE)  bi 169 pûanan di rêza duyemîn de cih girt.  Piştî Fransayê îstîxbaratên bi hêz ên Hollanda, Ukrayna û Almanyayê hat destnîşankirin. Servîsa îstîxbarata Slovakyayê wek ya herî xirab hat nirxandin.

Brîtanya welatê yekem bû ku Ukraynayê li hember îhtîmala dagirkirina Rûsyayê ya ku di Sibata 2022an de dest pê kir hişyar kir, û wek hevalbendekî dilsoz ê Kîevê maye.

Blaise Metreweli ya ku cihê Richard Moore girt, bû jina yekem a ku serokatiya MI6ê kir.