Kuştina Gulistan Doku: Ji bo waliyê berê daxwaza girtinê
Waliyê berê yê bajarê Dêrsimê Tuncay Sonel ê ku wek gumanbar di lêpirsîna kuştina Gulistan Dokuyê de hatibû desteserkirin bo dadgehê hat veguhestin. Dozger daxwaz kir ku Sonel were girtin.
RûpelNews - Lêpirsîna kuştina Gulistan Doku ya keça Kurd ku li Dêrsimê xwendekara zanîngehê bû 5ê Çileya 2020an de hat windakirin û hêj nayê zanîn cinazeya wê li ku ye berdewam dike.
Waliyê berê yê bajarê Dêrsimê Tuncay Sonel ku kurê wî di çarçoveya lêpirsînê de hatibû girtin wek gumanbar hat desteserkirin sewqî dadgehê hat kirin.
Karê ifadedayîna Tuncay Sonel 7 saet berdewam kir. Piştre dozgerî daxwaz kir ku Sonel were girtin û bi vê daxwazê Sonel sewqî dadgehê hat kirin.
Hinceta daxwaza girtinê bo Tuncay Sonel ji hêla dozgeriyê ve wiha hat ragihandin:
- Xerakirin û tunekirina delîlên li ser sucê
- Tunekirin û astengkirina agahiyan
- Binpêkirina mafê jiyana taybet
- Bi awayeke derhiqûqî bidestxistina agahiyên şexsî
- Xerakirin, veşartin û tunekirina belgeyên fermî
Dozgerî bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan Ewropayê jî û got: "Ji bo aramiya civakê girtina Tuncay Sonel şert e."
