Lêpirsîna Gulistan Doku: Serpizîşkê berê anîn dadgehê
Di çarçoveya lêpirsîna li ser îdiayên ku tomarên nexweşxaneyê yên Gulistan Doku hatine jêbirin de, Çaddaş Ozdemir, serpizîşkê berê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê, ku li Bursayê hatibû binçavkirin, piştî ku îfadeya ji aliyê cendermeyan ve hate girtin ji bo dadgehê hate rêkirin.
RûpelNews - Piştî temamkirina van proseduran, Ozdemir di bin ewlehiyeke tund de bo Dadgeha Dersimê hate veguhestin.
Cendermeyan, Ozdemîr di nava bergiriyên berfireh de anîn dadgehê.
Di lêpirsîna derbarê Gulistan Doku de, di dosyeya dozê de hatibû tomarkirin ku qeydên ku hatina Doku ya Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê di 31ê Kanûna 2019an de nîşan didin, hatibûn jêbirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihandibû ku, piştî îdiayên ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de qeydên nexweşxaneyê hatine jêbirin, lêkolînek li ser mijarê hatiye destpêkirin û mufetîşek hatiye tayînkirin.
Bijîşkê Nexweşiyên Jinan û Zayînê Çagdaş Ozdemîr, di navbera salên 2018 û 2021'an de wek Serpizîşk li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê û heta sala 2022'an jî wek Rêveberê Tenduristiyê yê Parêzgeha Dêrsimê kar kir.
Deh gumanbar hatibûn girtin
Malbata Gulistan Doku (21) a ku ji 5ê Çileya 2020an û pê de têkiliya wan bi keça wan a xwendekara zanîngehê ya li Dêrsimê winda bûbû, ji bajarê xwe Amedê çûbû Dêrsimê û di 6ê Çileya 2020an de li ser windabûna wê gilî li polîsan kiribû; lêbelê, operasyonên lêgerînê yên ku hatin destpêkirin tu encam nedan.
Lêpirsîna derbarê parêzgerê wê demê Tuncay Sonel li Navenda Polîsan a Erzurumê berdewam dike.
