Lêpirsîna Gulistan Doku: Soz waliyê birêz ez dê wan tune bikim
Hat diyarkirin ku polêsê girtî yê di lêpirsîna Gulistan Doku de ku 6 sal in wenda ye hate girtin ji waliyê berê Tuncay Sonel ê girtî re peyamekê şand û tê da got: "Waliyê min ê birêz ew ên li dijî te ne ez ê wan tune bikim." Sonel jî berisveke wiha da: "Tiştê hewce dike bike bra."
RûpelNews - Nivîs peyamên nû di navbera polîs Gokhan Ertok ê u di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatibû girtin û ji kar hatibû avêtin û parêzgarê berê yê Dêsimê Tuncay Sonel ê ku niha girtî ye de derketin holê.
Ertok ku waliyê berê Sonel jê xwestibû kesên ku li ser wî parvekirinan dikin nas bike, wiha bersiv da: "Birêz, ez sond dixwim ku em neketine xewê. Bi du hevalên xwe re, em ê di nav saetekê de bigihîjin encameke teqez. Me 7 milyon VPN kontrol kirine, ma 870 hezar. Ez soz didim, hûn ê encama teqez di destê xwe de bigirin. Ez vê yekê ji kûrahiya dilê xwe dibêjim: Ez ji te hez dikim. Ez ê wan kesên ku mirovên wekî te diwestînin, tune bikim."
Sonel jî di bersiva xwe de peyameke wiha nivîsî: "Tu yê tiştê ku divê bê kirin bikî, bira."
Çi bibû?
Gulistan Doku xwendekara zanîngeha Munzur a li Dêrsimê bû di 5ê Çileya sala 2020an de xeber hat şandin ku wenda bû. Li bajêr li derûdora bendavê ku ê gotin sînyala telefona wê ji wir dihat dest bi lêgerînê hate kirin. Lê tu encam nehat standin. Piştî 6 salan dosya ji nû ve bi berfirehî hat nirxandin. Biryara desteserkirina waliyê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, kurê wî Mustafa Turkay Sonel, jina wî Handan Sonel, polês, karmendên tenduristiyê tê da gelek kes hat dayîn. Walî, jina wî û kurê wî jî tê da 16 kes bi tohmta kuştina Gulistan Doku hatin girtin.
