Kurdistan | Di salekê de 20 hilgirên AIDSê hatin tespîtkirin ku 17 biyanî ne
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav salekê de, di encama 194 hezar testên vîrusa HIV (AIDS) de, 20 kesên bi wê vîrusê hatine tespîtkirin.
Wezaretê daye xuyakirin ku ji wan 20 kesên vîrusa HIV li wan peyda bûye 17 kes biyanî ne û 3 kes jî welatiyên Kurdistanê ne.
Wezaretê diyar kiriye ku ji ber tedbîrên wan li Herêma Kurdistanê li gorî welatên cîhanê nexweşiya AIDSê pir kêm e û da zanîn, li seranserê cîhanê 40 milyon kesên bi vîrusa HIV hene û her sal 600 hezar kes ji wê nexweşiyê dimirin.
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ji salên berê heta niha 305 kesên bi vîrusa HIV hatine tespîkirin; 52 kes ji herêmê û 253 kes jî biyanî ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin