Li balafirxaneyên Kurdistanê piskinînên vîrusa korona hatin destpêkirin

28 rêbendan 2020 19:04
Li balafirxaneyên Kurdistanê piskinînên vîrusa korona hatin destpêkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo tesbîtkirina vîrusa koronayê pişkinîn balafirxaneyên Kurdistanê hatiye destpêkirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê, Dr. Mihemed Qadir ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, me li firokexaneyên Kurdistanê dest bi pişkinîna nexweşiya koronayê kiriye da ku vîrûsa koronayê derbasî Kurdistanê nebe.

Dr. Mihemed Qadir got, “Heta niha ew vîrûs derbasî Kurdistanê nebûye. Ji xwe amadekarî û tedbîrên me hene û em bi alîkariya rêxistina tenduristiya cîhanî (WHO) çavdêriya rewşê dikin.”

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê da zanîn, kesên biyanî yên ku derbasî Kurdistanê dibin eger guman li ser wan hebe ku bi nexweşiya koronayê ketine, yekser ber bi welatê wan ve tên vegerandin. Lê heta niha li balafirgehan ti rewşeke bi guman nehatiye pêş wan.