Kurdistan | Civîna duyem a encûmena wezîran tê lidarxistin

21 tîrmeh 2019 15:02
Kurdistan | Civîna duyem a encûmena wezîran tê lidarxistin

PeyamaKurd - Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe 22.07.2019 duyem civîna encûmena wezîrên herêma Kurdistanê li dar dixe.

Hat zanîn ku dê di civîna encûmena wezîran de li ser rêkar û mekanîzmayên bicîhanîna xetên giştî û karnameya hikûmeta herêma Kurdistanê guftûgo bê kirin.

Hefteya borî hemû wezîrên kabîneya nehem a hikûmeta Kurdistanê dest bi kar kiribûn û di civîna yekem a encûmena wezîran de jî çendîn biryarên giring hatibûn wergirtin ku bêhtir li ser amadekirina karnameya hikûmetê û nehiştina gendeliyê bûn.