Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, êrîsa li dijî balafirxaneya Ebha sermezar kir

14 hezîran 2019 14:03
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, êrîsa li dijî balafirxaneya Ebha sermezar kir

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êrîşa li dijî  balafirxaneya Ebha ya Siûdiyê şermezar kir.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, di peyamekê de êrîşa mûşekî ya ser balafirxaneya Ebha ya Siûdiyê şermezar kir û ji birîndarên bûyerê re daxwaza zû başbûnê kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em bi tundî êrîşa mûşekî ya roja Çarşamiyê ya li ser balafirxaneya Ebha ya li Şanişîna Siûdiyê şermezar dikin, ku bû sedema birîndarbûna 26 kesên sivîl, û ziyaneke mezin jî gihîşte balafirxaneyê.”

Televîzyona Elmesîre ya Hûsiyên Yemenê ragihandiye, çekdarên Hûsî bi 2 mûşekan balafirxaneya Ebha ya Erebistana Siûdiyê kirine armanc. Di encama wê êrîşa mûşekî de 26 kes birîndar bibûn.