Iraq: “Êrîsa PKK ê ya ser hêzên Herêma Kurdistanê, êrîsa ser desthilatiya Iraqê ye”
PeyamaKurd - Meclisa Iraqê li ser mijara êrîşa PKK ê bo ser hêzên pêşmerge yên girêdayê Rêvebiriya Herêma Kurdistanê şermezar kir û got ku êrîş bo ser desthilatiya welat û dezgeya ewlekariyê hatiye kirin. Meclisa Iraqê peyama xwe bi awayekî nivîskî ragihand.
Meclis di peyama xwe de got ku divê her dû hukumet bi hevre di nav koordîneyê de bin. Meclisa Iraqê xwest ku bo hêzên neqanûnî, divê îzin neyê dayîn ku zerarê bigihîne desthilatiya Rêvebiriya Herêma Kurdistanê û bang li hukumetê kir da ewlekariya herêmê temîn bike.
Meclis bangî hukumetê kir da dezgehên dewletê yên ewlehiyê xurt bike û çi pêwist be bike.
Hêzên PKK ê duhî li devera Çemankê ya bi ser qeza Amediyê ve êrîş biribûn ser hêzên Pêşmerge û di encamê de Pêşmregeyekî wefat kiribû û 2 pêşmerge birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin