Serokatiya Herêma Kurdistanê: Helwesta hêzên Iraqî li hember cotkarên Kurd nayê qebûlkirin!
PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî helwesta hêzên artêşa Iraqê li hember cotkarên Kurd ên li sînorê Kerkûkê rexne kir û tekez kir ku ev reftar nayê qebûlkirin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de diyar kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ji nêz ve pêşketinan dişopîne.
Şehab got: “Weke Serokatî me daxwaz ji aliyên p êwendîdar kir ku tedbîrên pêwîst werbigirin da ku careke din bûyerên bi vî rengî dubare nebin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku destwerdana hin endamên artêşa Iraqê li dijî cotkarên Kurd, jiyana hevbeş û aştiya civakî tehdîd dike û hat gotin, "Divê helwestên bi vî rengî bên redkirin, sûcdar bên şermezarkirin û cezakirin."
Bersiva tund a Serok Barzanî
Serok Mesûd Barzanî bertekeke tund nîşanî destwerdana hêzên artêşa Iraqê li dijî cotkarên Kurd li devera Sergaran a Kerkûkê da.
Serok Barzanî ev bûyer weke kiryareke şovenîstî û bêwijdanî bi nav kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin