Civîna Encûmena Wezîran a Kurdistanê ji bo besdariya YNKê hat pasxistin
09 gulan 2023 20:55
PeyamaKurd - Civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ku biryar bû îro 9ê Gulanê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî were lidarxistin, hate paşxistin.
Hat ragihandin ku sedema paşxistina civîna Encûmena Wezîran ew e ku çav li rê ye YNK di civîna xwe ya îro de biryarê li ser vegera Tîma Wezîran a YNKê bo civînên Encumenê bide.
Duh 8ê Gulanê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiyabûn û civîna wan di atmosfereke baş de derbas bûbû ku ew hevdîtîn wekî vegera YNKê bo nav hikûmeta Kurdistanê hatibû nirxandin û pîrozkirin.
YNK ji bo vegera nav hikûmeta Kurdistanê biryarê dide
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Naveroka civîna Encûmena Wezîran a Kurdistanê hate eskere kirin
12 adr 2025
Kurdistan
Civîna APIKUR û wezaretên Iraq û Kurdistanê bê encam bidawî bû
06 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin