Civîna Almanya û Herêma Kurdistanê: Rojev Rojava ye

25 sibat 2026 14:02

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Geza Andreas von Geyr û şanda pê re qebûl kirin. Di rojevê de rewşa Rojavayê Kurdistanê hebû.

Civîna Almanya û Herêma Kurdistanê: Rojev Rojava ye

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeyeke Almanyayê behsa rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir. Şandeya Almanyayê di civînê de tekez kir ku welatê wan giringiyeke mezin dide aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê.

Li gorî nûçeya Rûdawê, civîn îro li Hewlêrê çêbû û Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de pêşxistina pêwendiyên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hat gotûbêjkirin. Her wiha rûdanên dawî yên siyasî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa giştî ya herêmê hatin nirxandin.

Hevkariya di navbera Almanya û Hermêma Kurdistanê de

Şandeya Almanyayê diyar kir ku aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo Almanyayê girîng e. Şandeyê xwesteka xwe ya ji bo berdewamiya hevkariya hevbeş a di warên cuda de anî zimên.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir ji ber alîkarî û piştevaniya ku di her warî de pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser aramiya navçeyê

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan a bi rêyên aştiyane.  Serokê Herêma Kurdistanê her wiha tekezî li ser parastina aramî û îstiqrara herêmê kir.

Balyozê Almanyayê yê Îraqê û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê jî di civînê de amade bûn.  Gefên DAIŞê, rewşa dawî ya Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û mijarên din ên herêmî yên ku her du alî giringiyê didinê di civînê de hatin gotûbêjkirin.