Kurdên Efrînê piştî 8 salan li malên xwe vedigerin

04 nîsan 2026 13:56

Duyemîn karwanê koçberên Efrînê ku ji 200 malbatan pêk tê ji Qamişlo ber bi warê xwe ve bi rê ket.

Kurdên Efrînê piştî 8 salan li malên xwe vedigerin

RûpelNews - Ji Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê îro duyemîn karwana koçberên Efrînê ku ji 200 malbatan pêk tê ber bi malên xwe ên li Efrînê ve bi rê ket. Ev veger di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de pêk tê.

Hemahengiya ji bo vegera ewle

Nivîsgeha Ragihandinê ya Hesekê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev pêvajo bi hemahengiya Parêzgariya Hesekê, Fermandariya Ewlehiya Navxweyî ya Hesekê û Helebê û bi beşdariya tîmên Parastina Sivîl tê meşandin. Armanc ew e ku malbat bi awayekî rêxistinkirî û ewle bigihîjin warê xwe. Hat ragihandin ku ev karwana duyemîn e û dê karwanên nû jî di demên pêş de berdewam bikin.

Dîroka koçberbûnê

Xelkê Efrînê di Adara sala 2018an de, piştî şerekî 58 rojî yê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û artêşa Tirkiyê û komên çekdar de, neçar mabûn ku axa xwe biterikînin û ber bi herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê ve koçber bibin. Ev rêkeftina nû rê li ber vegera wan a bo ser axa bav û kalan vedike.