Koronavîrus roj bi roj belavtir dibe

22 îlon 2020 01:02
Koronavîrus roj bi roj belavtir dibe

PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê behsa halê Tirkiyê û Kurdistana Bakûr ya di babeta Kovid-19ê de kir û rêjeyên rojane ragihand. Li gor rêjeyan her rojên borî, rewş xerabtir dibe lê xelk xwe naparêze û guh nade şîretên wezaretê û doktorên pêwendîdar. Ne tenha xelk lê doktorên pispor jî daweta zarokên xwe dikin û tevlî dawetên dostên xwe dibin û ew bi xwe dibin mijara Kovid-19 ê ji ber pê dikevin. Rewşa îro ya Kovid-19 ê wehaye:

9.381.957 test heya îro hatine kirin.

   304.610 kes heya îro nexweş ketine.

       7.574 nexweş heya îro mirine.

        %6.8 di nexweşande zature dertê.

       1.491 nexweş haletên wan girane.

   268.435 nexweş heya îro baş bûne.

   112.942 test îro hatine kirin.

       1.743 kes îro nexweş ketine.

            68 nexweş îro wefat kirine.

       1.202 nexweş îro baş bûne.