WHO: Dibe ku qet çareyek ji koronavîrusê re neyê dîtin

03 tebax 2020 23:40
WHO: Dibe ku qet çareyek ji koronavîrusê re neyê dîtin

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) amarên dawî yên vîrusa koronayê li seranserê dinyayê belav kir û hişyarî da ku dibe ti çareyek ji bo koronavîrusê nebe.

WHO ev daxuyanî di demeke ku hêviyên pêşxistina derziya koronayê û dermanan zêde bûne de da û dîsa bi vê daxuyaniya xwe bû mijara nîqaşê ku gelek welat di serî de Amerîka rexneyên tund li wan dikin.

Serokê WHOyê Tedros Adnum Giberisus di civîneke rojnamevanî ya online de ji navenda WHOyê ya li Cenêvê got: "Ti çareyek di dema niha de ji bo nehiştina vîrusa koronayê tune ye û dibe ku qet tune be jî."

Li gorî amarên dawî, li seranserê cîhanê pêketiyên Coronavirusê gihîştine 18 milyon û 272 hezar û 18 kesan. Hejmara miriyan jî gihîştiye 693 hezar û 587 kesan û 11 milyon û 469 û 863 kes jî ji nexweşiyê rizgar bûne.