Komîteya avakirina 'Hêza Nistîmanî ya Kurdistanê' dest bi kar kir
PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê civînek bi hemû aliyên pêwendîdar ên serokatiya Kurdistanê re li dar xist û komîteya ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge hat avakirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 11ê vê mehê ligel wezaret û fermandar û berpirsên Wezareta Pêşmerge civiya û serperiştiya hewlên yekxistina hêzên Pêşmerge û çaksaziyên nava Wezareta Pêşmerge kir.
Li ser wan hewlan, Rêveberê Rewşenbîrî û Hişyariya Niştimanî ya Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê Ehmed ji malpera KDP.infoyê re ragihandiye ku hewl berdewam in ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge û ji bo wê yekê jî komîteyek hatiye avakirin ku ew komîte ji cîgirên serokê herêmê, ji Wezareta Pêşmerge û berpirsên hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge pêk tê.
Feqê Ehmed herwiha daye zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xwe jî serperiştiya wê komîteyê dike û karê wê komîteyê jî ew e ku hêzeke niştimanî ji bo Kurdistanê bê avakirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin