Serokwezîr: Karkeran ji bo jinûveavakirina Kurdistanê kedeke berbiçav dane
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 1ê Gulanê Roja Kedkar û Hevgirtinê peyameke vîdyoyî belav kir û got, di pêvajoya jinûveavakirina Herêma Kurdistanê de kedkar xwedî kedeke girîng û berbiçav in.
RûpelNews - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkeftina Roja Kedkar û Hevgirtinê ya Karkeran, peyamek arasteyî karkerên Kurdistan û cîhanê kir û tê de tevî pîrozbahiyan tekez li ser pabendbûna hikûmetê bi parastina mafên wan kir.
"Dê piştevaniya Hikûmetê ji bo karkeran berdewam bike"
Serokwezîr Barzanî: Erk û têkoşîna karkeran di avakirina Kurdistanê de gelek bilind e
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro got, " Di Roja Cîhanî ya Karkeran de, ez germtirîn pîrozbahî arasteyî gişt karkerên Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya tenduristî û rehetiyê ji bo wan dixwazim. Ez westiyan, erk, kar û têkoşîna karkerên Kurdistanê di pêvajoya avakirin, avedankirin û pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê de pir bilind dinirxînim."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karkeran dûpattekez kir û got: "Di vê bîranînêhelkeftinê de, em pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastina mafên karkeran û baştirkirina helemurcênşert û mercên jiyan û karên wan dûpattekez dikin."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz kir û hêvî xwest ku her tim mafên wan parastî bin û ji hemî zilmlêkirin û çewisandinan dûr bin.
