Koçberekî Iraqî di rêya Îtalyayê de can da

19 mijdar 2022 15:08
Koçberekî Iraqî di rêya Îtalyayê de can da

PeyamaKurd – Serokê Dezgaya Lutke ya Karûbarên Koçber û Penaberên Herêma Kurdistan û Iraqê diyar kir, do 18.11.2022yê di dema rêketina hejmarekî koçberan ji bo peravên Îtalyayê, koçberekî Iraqî ji ber tirsê û rêjeya şekira wî bilind bûye û can daye.

Serokê Dezgayê Lutke ya Karûbarên Penaberan Arî Celal daye zanîn: “Li gor zanyariyên penaberan daye û gihîştiye dest me, do di belemeke ku bi 100 koçberan ve ber bi Îtalyayê ve bi rê ketiye de, yek ji koçberan Iraqî ye û temenê wî 46 saliye, di wê belemê de can daye.”

Herwiha eşkere kir: “Li gor lêkolînan nexweşiya wî ya şekir hebûye û di dema rêketina belemê de jî di rê de tirsiya ye û ji ber wê asta şekirê wî bilind bûye û can daye.”