Koçberekî Iraqî li kampa Holê hat kustin

10 cotmeh 2020 19:25
Koçberekî Iraqî li kampa Holê hat kustin

PeyamaKurd – Koçberekî Iraqî li kampa Holê ya ser bi bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ve hat kuştin.

Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, şeva borî li Kampa Holê ya li nêzîkî bajarê Hesekê, koçberê bi navê Salih Ebû Xetab ê bi temenê xwe 27 salî ji aliyê kesekî an hin kesên nenaskirî ve hatiye kuştin.

Heman navendê ragihand, ku Salih Ebû Xetab li nav kampê û bi çeka bêdeng hatiye kuştin û 4 gulle li laşê wî ketine.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Ebû Xetab ji koçberên Iraqî yên nav Kampa Holê ye.

Hêzên ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin û di nav kampê de dest bi xebatên lêpirsînê kirine.

Kampa Holê ya koçberan, dikeve 40 kîlometriya rojhilatê bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û derdora 63 hezar kes lê dimînin. Piraniya akinciyên kampê çekdarên girtî, jin û zarok û malbatên DAIŞê ne, lê hejmarek koçberên navxwe yên Sûrî û herwiha koçberên Iraqî jî lê hene.