Rojava: 837 Iraqî ji Kampa Holê hatin derxistin
29 berfanbar 2025 17:15
230 Malbatên Iraqî ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê ku malbatên DAIŞê tê de dimînin, hatin derxistin û vegerandin.
EuronuNews- Rêveberiya Kampa Holê ya li Hesekê ragihand, 230 malbatên Iraqî ku ji 837 kesan pêk tên ji kampê hatin derxistin û berev Iraqê bi rê ketin.
Rêveberiya Kampê eşkere kir ku ji destpêka salê ve 15emîn karwana malbatên Iraqî ye ku ji kampê tê derxistin.
Hêjayî gotinê ye, doh jî Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihandibû, 230 malbatên Iraqî dê ji kampa Holê bo welatê wan werin vegerandin.
Wezaretê diyar kiriye, heta niha 21 hezar welatiyên Iraqî ji kampa holê hatine vegerandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
Name bo NY: Li ser Kurdên Rojava îhtimala qirkirinê heye
25 rbn 2026
Koçber
Rêveberiya Rojava: Kampên penaberan ji kontrola me derketin
19 rbn 2026
Jiyan
150 malbaten iraqî ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hatin wergirtin
15 rbn 2023
Cîhan
Rojava | Li Kampa Holê 3 koçberên Iraqî kustî hatin dîtin
26 tbx 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin