Rêveberiya Rojava: Kampên penaberan ji kontrola me derketin

19 rêbendan 2026 17:21

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ji ber êrîşên artêşa Sûriyeyê û komên çekdar, nexşeya kontrolê ya kampên penaberan bi awayekî berbiçav guheriye.

Rêveberiya Rojava: Kampên penaberan ji kontrola me derketin
Nivîskar: Salih Turan

EuronuNews- Şêxmûs Ehmed, Hevserokê Ofîsa Karûbarên Koçberî û Penaberan, di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê eşkere kir ku niha tenê 6 kamp di bin çavdêriya wan de mane.

Ehmed destnîşan kir ku kampên giring ên wekî Efrîn û Tuweyhîn (Tebqa), kampên nefermî yên Reqayê, kampa Ebû Heşeb (Dêra Zor) û kampa Erîş (Hesekê) êdî ne di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne.

Niha xebatên wan tenê li kampên Hol, Serêkaniyê, Waşokanî, Til Semen, Roj û Newrozê berdewam dikin ku piranî li parêzgeha Hesekê û devera Dêrikê ne.