Serokwezîra Îtalyayê bang li serokkomarê Îranê kir da rêya diyalogê veke

09 tebax 2024 01:20
Serokwezîra Îtalyayê bang li serokkomarê Îranê kir da rêya diyalogê veke

PeyamaKurd – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni bang li serokê Îranê Mesûd Bezeşkiyan kir ku ji tundkirina rewşa herêmê xwe dûr bikin û rêya diyalogê car din vekin.

 Serokwezîr Meloni, ji Koşka Romayê ya serokwezîrtiyê ya bi navê Chigiyê daxwuyaniyekî nivîskî da û behsa têkiliyên li ser rewşa Rojhilata Navîn kir ku têkiliyên xwe dimeşîna da aştî aramî li herêmê bibe û heman têkiliyê bi serokê Îranê Bezeşkiyan re dewam kiriye. Di daxwuyaniyê de hat gotin:

“Serokwezîra Meloni got ku divê li Xezzayê şer zêdetir nebe û mahatabên mijarê divê ji nûh de rêya diyalogê vekin. Îtalya, dubare dike ku dixebite da li Xezzayê agirbes bibe, dîl serbest bên berdan, alîkariya ji bo sîvîlan zêdetir bikin û bi van kiryaran destekê bidin aştî û îstîqrara herêmê.”

Serokwezîra Îtalyayê Meloni li ser pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn di 6ê Tebaxê de bi qralê Urdinê bi Abdullahê duyem re di rêya telefonê de axifîbû.