Keştiya koçberan noq bû: 143 kes mirin

22 tîrmeh 2026 16:57

Keştiyeke ku tê da zêdetirî 180 koçber hebûn, li peravên Morîtanyayê noq bû. 38 kes hatin rizgarkirin, lê tê ragihandin ku herî kêm 143 kes an mirine an jî winda bûne.

Keştiya koçberan noq bû: 143 kes mirin

RûpelNews - Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê keştiyeke ku ji Gambiyayê bi rê ketibû û zêdetirî 180 kes tê de bûn û li peravên Morîtanyayê noq bû, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tîmên Pasdariya Peravê ya Morîtanyayê di 18ê Tîrmehê de, piştî ku li peravên Nouadhibou gihîştin keştiyê, ku 25 rojan li deryayê bêserûber mabû, 38 kes ji wê rizgar kirine.

Hat destnîşankirin ku herî kêm 143 kesan an jiyana xwe ji dest daye an jî winda ne.