Yûnanistanê tawanbariyên Tirkiyê yên ser mirina koçberan red kir: Ne rast in!
PeyamaKurd – Wezîrê Koç û Koçberan ê Yûnanistanê Notis Mittarakis li ser tawanbarkirinên Wêzîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu yên derbarê mirina 19 koçberan li ser sînorên Tirkiye-Yûnanistanê daxuyanî da û red kir ku îhmalkariya wan tê de heye.
Wezîrê Yûnan Mittarakis got ku Soylu li ser vê bûyera trajîk peyameke propagandayê belav kiriye û ti pêwendiya tohmatbariyên wî bi rastiyê ve nînin.
Mittarakis daye zanîn ku ti delîlek nîne ku hêzên Yûnan ew koçber ji ser sînoran daf dabin aliyê din û li şûna Tirkiye Yûnanistanê tawanbar bike, bila berpirsiyariyên xwe yên bo pêşîgirtina vê rêwîtiya xeternak a koçberan bicih werîne.
Soylu doh li ser mirina koçberan ji sermayê li ser sînorên Yûnanistan-Tirkiyê, Yûnanistan bi mirina wan koçberan tawanbar kiribû û gotibû, “Ji mexdûran re canî, ji FETOyê re muşfîk in.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin