Mirina di bin çav de ket rojeva meclisa Tirkiyê

28 sibat 2023 04:02
Mirina di bin çav de ket rojeva meclisa Tirkiyê

PeyamaKurd – Parlementerê HDP ê yê Agiriyê Abdullah Koç mirina di binçav de ya bi guman bir rojeva meclisa Tirkiyê. Di pêşniyara ji bo meclisê de weha hat gotin:

“Ahmet Burgur ê 39 salî di 23 yê sibatê de li Bazîdê (Doğubeyazit) di wexta ku di nezaretxana asayîşa navçê de bû, bi tewrekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hat gotin ku di wexta di bin çav de bûye, xwe kuştiye. Cenazê Burgur ji bo otopsiyê birin nexweşxana Agiriyê ya Lêkolîn û Perewerdê. Di rapora Ahmet Burgur ya otopsiyê de, bi zebtê hat gotin ku li deverên cuda yên ser bedena wî de şopên derbeyan hene.

Ji bo zanîna sedema teqez, di wexta otopsiyê de nûmûneyên ji bo lêkolînên toksikolojik, histopatolojik û biyolojik hatin sitendin û di encama tehlîla wan de wê karibin biryarê bidin.

Li gor malbata wî dibêje, Ahmet Bulgur di wexta ku bi kesekî re munaqeşe kiriye wî xistine binçav, di wexta di nezaretxana emniyetê de bû, bi awayekî bi guman can daye û dibêjin ku ti derfet tinebû heya Burgur karibe xwe bikuje.”

Parlementerê Agiriyê yê HDP ê Abdullah Koç ji wezareta karên hundir yê Tirkiyê xwest ku dest bavêje vê mijarê û mijarê rohn bike. Di pêşniyara dane meclisê de ji wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Soylu pirsên weha jî hatin kirin:

 

- Di mirina biguman ya Ahmet Burgur de di derbarê hêzên asayîşê de heya niha lêpirsînekî hat kirin an wê bêkirin?

- Mirina Ahmet Burgur bi çi awayî bûye? Tevî di rapora wî ya otopsiyê de di bedena wî de şopên derban hene, sedem çiye ku tê gotin ew xwe kuştiye?

- Di mirina bi guman de, ji fermandarên hêzên asayîşê kesekî xistine binçav an wê bixin binçav?

- Weka ku dibêjin Ahmet Burgur bê darizandin hatiye kuştin, gelo ev gotin raste?