Kazimî: Navê wezîrên kabîneyê amade ye û niha ligel aliyên siyasî tên gotubêjkirin
PeyamaKurd - Mistefa Kazimî ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdar kirin, erkê serekî yê hikûmeta xwe aşkera kir.
Îro Çarşemê (15.04.2020) serokwezîrê bo pêkanîna hikûmeta Iraqê hatiye erkdar kirin Mistefa Kazimî di civîneke li gel hejmarek nivîskar û rojnamevanan de ragihand, karê serekî ew e Iraqê ji nakokiyên herêmê dûr bixe.
Mistefa Kazimî got, piştî bibe serokwezîr dê hewil bide guftûgoyên cîdî li gel Amerîkiyan bo çawaniya mana wan li Iraqê bike û her hewldanekî jî dê bide bo rêgirtina li bikaranîna axa Iraqê bo zelalkirina nakokiyên Amerîkayê û Îranê.
Derbarê endamên kabîneya xwe de jî Mistefa Kazimî got, navê hemû wezîrên kabîneyê amade ye û naha li qonaxa danûstana li gel aliyên siyasî de ye, bo razî bibin û li parlamentoyê dengê baweriyê bidene wî.
Kazimî got, çareserkirina krîza aborî û rêgiriya li belavbûna zêdetir a şewba korona karê herî serekî yê hikûmeta wan dibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin