Kazimî lîsteya nû ya kabîneyê amade kir, aliyên sîe îro biryara xwe didin
PeyamaKurd- Serokwezîrê raspartî bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê Mustefa Kazimî piştî serokên partiyên şîeyên Iraqê lîsteya kabîneya wî red kirin, lîsteyeke nû amade kir. Di lîsteya hefteya borî ya Kazimî de ji 22 wezaretan 3 wezaret bo Kurdan hatibûn terxankirin.
Li gorî daxuyaniya parlamentarê fraksiyona Fetîh li Parlamena Iraqê Fadil Fetlawî, Kazimî lîsteyeke nû ya kabîneyê amade kiriye û wê îro pêşkeşî serokê partiyên şîeyan bike.
Fetlawî daye xuyakirin, heger lîsteya kabîneyê were pejirandin wê Çarşem yan jî Pêncşema vê hefteyê ji bo bawerîyî bistîne biçe ber parlamentoyê.
Herwiha biryar e îşev lîderên partiyên şîeyên Iraqê ji bo lîsteya kabîneya Kazimî bicivin û biryarekê li ser bidin.
Alîyê herêma Kurdistanê piştgiriya xwe bo hikûmeta Kazimî ava bike nîşan dabû, lê aliyê şîe kabîneya ku Kazimî amade kiribû Îna borî red kiribûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin