Kazimî amadebûna xwe ya bo radestkirina desthilatê ragihand

11 tebax 2022 21:23
Kazimî amadebûna xwe ya bo radestkirina desthilatê ragihand

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di civîna Encûmena Wezîran a Iraqê ku îro 11ê Tebaxê hat lidarxistin de, hişyarî da ku astengiyên mezin derketine pêşiya Iraqê û got, heger aliyên siyasî li hev bikin ew wekî hikûmet amade ne ji kar vekişin û desthilatê radest bikin.

Li gorî medya Iraqê Kazimî gotiye, “Niha pirsgirêkên aborî, ewlehî, siyasî û tenduristiyê derketine pêş” û wiha axivî ye: “Iraq di qonaxa piştî hilbijartinê û şûn de rastî pirsgirêkên siyasî yên rasteqîn hatiye û pêwîste bên çareser kirin. Çareserî jî pêwîstiya wê bi gotûbêj û zîrekî û qurbanî danê heye.”

Kazimî herwiha gotiye: “Xelet e bê gotin ev hikûmet sedemê pirsgirêkan e. Ji destpêkê ve me ragihandiye, em amade ne desthilatê radestî hikûmeta hatîye hilbijartin bikin. Eger alî li hev bikin em jî amade ne xwe ji kar vekêşin.”