Parlementerekî PDKê: Navên wezîrên Kurd pêskêsî Kazimî hatin kirin
PeyamaKurd - Endamekî kurd yê parlementoya Iraqê ragihand, navên namzedên kurd bo kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê pêşkêşî Mistefa Kazimî hatine kirin.
Parlementerê kurd û endamê firaksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlementoya Iraqê, Faris Mihemed Emîn got, serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî heta roja 9 vê mehê mohleta wî heye kabîneya xwe pêk bîne.
Faris Mihemed Emîn her wiha got, danûstandin di navbera Mistefa Kazimî û kurdan de li ser pêkanîna hikûmetê didome. Me navên namzedên kurd bo wezaretên darayî, avedankirin û dadê pêşkêşî Mistefa Kazimî kir.
Bi gotina wî parlementerê kurd, roja çarşem yan pêncşema vê hefteyê parlementoya Iraqê dê bo pesendkirin yan jî redkirina kabîneya Kazimî bicive.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin