Karkerê Kurd Esat Atabey rastî êrîseke nijadperestî hat

29 tîrmeh 2022 16:57
Karkerê Kurd Esat Atabey rastî êrîseke nijadperestî hat

PeyamaKurd – Li navçeya Kocaelî ya ser bi parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê, karkerê Kurd Esat Atabey rastî êrîşeke nijadperestî hat.

Li gor Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Karkerê Kurd Esat Atabay li Sakaryayê ku di karê findiqan de xebitî, pereyê wî nedane. Gotine 'were em bidin', gava çûye yekî ew daye axaftin û kesekî jî dar ji paş ve lê daye!”

Herwiha Omer Faruk Gergerlioglu di peyama xwe de bi etîketên hesabên Twitterê yên Parêzgarî û Emniyeta Sakaryayê dipirse: “Li hember Selîm Çabuk ku li wî xistiye, çi rêkar hatin kirin?”

Di berdewamiyê de Gergerlioglu destnîşan kir: “Ez ê vê mijarê bişopînim.”

Hat zanîn, karkerê Kurd Esat Atabay piştî êrîşê ku di 26ê Tîrmeha 2022yan de lê hatibû kirin, li dijî Selim Çabuk gilî tomar kiriye, lê belê hêzên ewlehiyê piştî ku Selîm Çabuk desteser kirine, di nava saetekê de ew berdane û li gor raporta Nexweşxaneya Yenikent ya Adapazariyê, ji ber ku Esat Atabay di serê xwe de darbe xwariye, hestiyê serê wî deriziye.