Herêma Kurdistanê dîsa rastî êrişên dronan hat
Li gorî zanyariyan, îro di saerên serê sibehê de li Soran, Xelîfan û Herîrê yên Hewlêr a Herêma Kurdistan çar dron hatin xistin.
RûpelNews - Êrişên li ser Herêma Kurdistaê berdewam dikin.Li gorî zanyariyên Rûdawê di saet derdora 6ê sibeha îro de dronek li Herîrê, dronek li Soranê û 2 dron jî li Xelîfanê ketine.
Ji ber ketina dronê agir bi pûş pelaşê Çiyayê Benî Herîrê ketiye. Drona li Soranê jî li maleke sivîlan ketiye. Heta niha li ser sedema ketina van dronan û zererên wan ti agahiyên fermî nehatine belavkirin.
Êrişî baregehê Komeleyê hat kirin
Doh êrişî Silêmaniyê jî hatibû kirin. Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê doh ragihandibû ku baregehên wan ên li Dola Alaneyê ya Hewlêrê bi sê mûşekan hatine bombebarankirin. Li gorî daxuyaniya endamekî serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşan, di êrişê de du kes birîndar bûne.
Ji 28ê Sibatê ve 960 caran êriş hatine kirine
Li gorî zanyariyên Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve herî kêm bi 960 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Di encama van êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest daye û 156 kes jî birîndar bûne. Di nav kesên ku canê xwe ji dest daye de, 19 Pêşmergeyên 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê hene.
