Parêzgariyê daxuyanî da: Çima êrîş li karkerên kurd hat kirin?
Parêzgariyê Zonguldakê piştî raporên ku digotin karkerên çandiniyê yên demsalî yên kurd li Alapliyê rastî êrîşê hatine, daxuyaniyek da. Parêzgariyê diyar kir ku bûyer ji 'nakokiyeke takekesî' ya di navbera malbateke karkerên demsalî û malbateke din a ku li gund dijiya derketiye û ti kes birîndar nebûye.
RûpelNews - Parêzgariyê Zonguldakê derbarê raporên ku li ser medyaya civakî û di hin dezgehên medyayê de belav bibûn ku karkerên çandiniyê yên demsalî yên ji Şirnex ku ji bo kar hatibûn navçeya Alapliyê, rastî êrîşê hatine, daxuyaniyek da.
Parêzgariyê diyar kir ku bûyerên ku di 21 û 22ê Tebaxê de li gundê Bektaşli qewimîn, ji "nakokiyeke di navbera du malbatan de" derketine.
"Ti kes birîndar nebû"
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bûyer ji nakokiyeke takekesî ya di navbera malbateke ku wek karkerên çandiniyê yên demsalî hatibû herêma me û malbateke ku li gund dijiya, derket."
Parêzgariyê ragihand ku di dema bûyeran de tu kes birîndar nebûye û eşkere kir ku lêpirsîneke cezayî li ser mijarê hatiye destpêkirin.
Parêzgariyê her wiha diyar kir ku tedbîrên ji bo parastina aştî û ewlehiya hem niştecihên herêmî û hem jî karkerên çandiniyê yên demsalî li herêmê berdewam dikin.
Li Zonguldakê bajarê Tirkiyeyê bi keviran êrîş li karkerên Kurd ên Şirnexî hatin kirin pic.twitter.com/cDIlPOhFjP
— RupelNews Kurmancî (@RupelNews_ku) August 23, 2026
