Ji xaînê Kerkûkê pistgiriya Îranê
PeyamaKurd - Lahor Şêx Cengiyê ku yek ji wan çeteyan bû Kerkûk teslîmî Heşda Şebiyê kirin, piştgiriya xwe bo Îranê ragihand.
Lahor Şêx Cengî, bo ajansa resmî ya Îranê Tesnîmê xeber da û ragihand ku ew li pişt Îranê ne.
Lahor diyar kir ku li hemberî eblûqe û ambargoya Amerîkayê ewê piştevanên rejima Îranê bin û got: "Îran dost û muttefiqê me ye. Loma emê ji bo şikandina ambargoyê li cem Îranê cih bigirin."
Wek tê zanîn, 16ê Cotmehê herdu birayên Lahor-Aras Şêx Cengî û kurê Celal Talebanî Pavêl Talebanî digel çeteyeke nav YNKê, Kerkûk teslîmî Heşda Şebiyê kiribûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin