Îranê ji ber pistgiriya doza Jîna Emînî 5 roj mohlet da 54 parêzerên Kurd

14 tîrmeh 2023 23:40
Îranê ji ber pistgiriya doza Jîna Emînî 5 roj mohlet da 54 parêzerên Kurd

PeyamaKurd – Piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsê exlaqê ve li Tehranê, hejmarek parêzeran bi daxuyaniyeke hevpar bûyer şermezar kiribûn û gotibûn, rayedarên hikûmeta Îranê li dijî yasayan tevgeriyane.

Serdozgeriya bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ji bo îfadeyê bang li 54 parêzarên îmze dabûn wê daxuyaniyê kir. Serdozgeriyê di nivîsa ku ji parêzeran re şandiye de gotiye: “Ji bo weşandina wêne, fîlm û nivîsên li dijî parastina rêgezên giştî banga îfadeyê hatiye kirin.”

Herwiha serdozgeriyê ji bo îfadeyê 5 roj mohlet daye parêzeran ku biçin îfadeyên xwe bidin û derkevin pêşberî dadgehê.

54 parêzerên ji aliyê dadgehê ve hatine bangkirin, bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ji bo malbata Jîna Emînî ragihandibûn û gotibûn, rayedarên hikûmetê li dijî yasayan tevgeriyane û kuştina Jîna Emînî şermezar kiribûn.