Ji Tirkiyê daxuyaniya S-400an: Hevkariya me bi Rûsya re dewam dike
23 adar 2022 23:02
PeyamaKurd – Serokê Pîşesaziya Berevaniyê ya Tirkiyê Îsmaîl Demir ku Amerîkayê ji ber kirîna sîstemanên bervaniya asmanî yên rûsî S-400an dorpêç danîbû ser, derbarê nûçe û îdiayê şandina S-400ên Tirkiyê bo Ukraynayê daxuyanî da.
Li ser wan îdiayên ku dibêjin, 'Amerîkayê ji Tirkiyê daxwaz kir S-400ên xwe bide Ukraynayê’ Demir got, "Ev ji bo me ne mijara nîqaşê ye. Ev mijar berê hatiye gotûbêjkirin û niha em hevkariya xwe ya bi Federasyona Rûsya re berdewam dikin.”
Herwiha Demir daye zanîn ku pozîsyona Tirkiyê navbeynkariya bo aştiyê ya Ukrayna û Rûsyayê ye û niha jî vê dikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ji Rûsya daxuyaniya projeya navenda gazê li Tirkiyê...
26 mjd 2023
Cîhan
Rûsya û Tirkiyê rêkeftina duyem a sewqîyata S-400an îmze kir
23 tbx 2020
Magazîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin