Rûsya: Li ser S-400an em bi Tirkiyeyê re diaxivin
Rûsyayê li ser îdiayên ku tê gotin 'Tirkiye dixwaze S-400ên xwe bifiroşe dewleteke Kendavê' diyar kir ku ew mijareke gelek hassas e ew bi aliyê Tirkiyeyê re di danûstandinan de ne.
RûpelNews - Di medyaya Tirkiyeyê de ji hêla nivîskarekî nêzîkî hikûmetê hate gotin ku 'Tirkiye dixwaze sîstema parastina hewayî ya S-400 a ku ji Rûsyayê kirî bifiroşe dewleteke Kendavê.'
Li ser vê îdiayê ji hêla Rûsyayê ve daxuyanî hat dayîn.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov derbarê raporên ku digotin 'Enqere dê S-400an bifroşe da ku ji Amerîkayê balafirên şer ên F-35 bi dest bixe' wiha axivî: "Tişta tekane ya ku ez dikarim li vir bibêjim ev e ku ev mijareke gelek hestiyar û hessas e. Lêbelê, em li ser vê mijarê bi aliyê Tirkiyeyê re di têkiliyê de ne û dê van gotûbêjan bidomînin."
