Ji Rûsya daxuyaniya projeya navenda gazê li Tirkiyê...
26 mijdar 2023 21:02
PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak, derbarê avakirina projeya navenda gaza rûsî li Tirkiyê de, ragihand ku xebatên wan dewam dikin û ew dikarin navenda herî mezin a Ewropayê ya gazê ava bikin.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di meha Cotmehê ya borî de, ji bo veguhestina gaza rûsî bi ser Ewropayê de, pêşniyar li Tirkiyeyê kiribû û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî ew pêşniyar bi erênê pêşwazî kiribû.
Aleksandr Novak, da zanîn ku ew hêvî dikin proje di demeke nêzîk de bikeve warê bicihkirinê û diyar kir, niha li ser nexşerêyê şandên herdu welatan dixebitin û ew bawer edi demeke nêzîk de li ser çêkirina projeyê li hev bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rûsya: Projeya navenda gaza rûsî ya Tirkiyê karekî zehmet e!
20 adr 2023
Jiyan
Macron bertek ji projeya gazê ya Rûsya-Tirkiye re nîsan da!
14 cot 2022
Cîhan
Mesrûr Barzanî projeya stratejîk a boriya gazê ya Dihokê vekir
28 cot 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin