Macron bertek ji projeya gazê ya Rûsya-Tirkiye re nîsan da!

15 cotmeh 2022 00:18
Macron bertek ji projeya gazê ya Rûsya-Tirkiye re nîsan da!

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li ser projeya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a bi ser Tirkiyê de veguhestina gazê bo Ewropayê daxuyanî da û got, pêşniyara Pûtîn bêwate ye.

Macron, li ser pêşniyara Pûtîn a bo Erdogan ku dixwaze li Tirkiyê navenda hinardekirina gaza Rûsî ava bike ragihand: "Ti wateyeke avakirina binesaziya firotina zêdetir gaza rûsî nîne."

Serokomarê Fransayê bal kişand ser dorpêçên ji ber şêr Ukraynayê li ser Rûsyayê hatine sepandin û li ser hawirdekirina gaza rûsî got ku berê ji sedî 40 gaza wan ji Rûsyayê dihat, niha daketiye ji sedî 7,5an û wê hîn jî dakeve.

Herwiha Macron destnîşan kir, “Rûsya dikare biryara zêdetir hinardekirina gazê bo Tirkiyê bide, lê ev ji bo Yekîtiya Ewropayê nabe.”