Rûsya ji bo S-400an peymaneke nû bi Tirkiyê re girê dide, Amerîka gefa cezakirinê dixwe
PeyamaKurd – Serokê şirketa rûsî Rosoboron-export a hinardina çekan Alexander Mikheev ragihand ku Rûsya dixwaze hin bêhtir S-400an derbasî Tirkiyê bike.
Li gorî ragihandina medya rûsî li demeke ku Tirkiye dest bi testkirina S-400an kiriye û ji aliyê Amerîka ve cezakirina Tirkiyê di rojevê de ye serokê şirketa çekan a rûsî got: “Rûsya niyet kiriye peymaneke nû bi Tirkiyê re pêk bîne. Tê çaverêkirin em di destpêka sala nû de vê peymanê îmze bikin.”
Piştî ku doh testa yekem li baregeha Murted a Enqerê hat kirin û ji aliyê Tirkiyê ve hat gotin ku ew dê radarên moşekên S-400 bicerîbînin, senatorê Amerîkî Christopher Van Hollen ku projeyasaya dorpêçan bo Tirkiyê li ser S-400an û êrîşên Rojava amade kiribû bertek nîşan da.
Hollen got, “Piştî serdana Erdogan a Washingtonê, êdî Erdogan pozê xwe ji Trump, Amerîka û NATOyê re hildide û xeta sor derbas dike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin