Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî, peyama remezanê

18 sibat 2026 12:30

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya destpêkirina meha pîroz a remezanê peyamek pîrozbahiyê weşand.

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî, peyama remezanê

RûpelNews - Di peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî hatina Remezanê li hemû Misilmanên ku li Kurdistan, Iraq û deverên cuda yên cîhanê dijîn pîroz kir. Serokwezîr hêvî kir ku remezan aştî, qencî û aramiyê ji bo Misilmanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê re bîne.

Serokwezîr got, "Ez ji bo hatina meha pîroz a remezanê pîrozbahiyên xwe yên herî germ li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku rojî, dua û hemû îbadetan qebûl bike." 

Komîsyona Dîtina Heyvê ya di bin Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê de ragihand ku 18ê Sibata 2026an dê roja yekem a remezanê be.