Ji Komisyona Ewropa daxuyaniya vekirina deriyan bo penaberan

28 sibat 2020 22:08
Ji Komisyona Ewropa daxuyaniya vekirina deriyan bo penaberan

PeyamaKurd – Piştî ku Tirkiyê bi hinceta êrîşa Idlibê ya ser hêzên xwe ku 33 leşkerên tirk hatine kuştin, deriyên xwe ji bo çûna penaberên Sûriyê ber bi Ewropayê ve vekir bi hezaran penaber ketine rêyan û xwe li sînoran dixin.

Komîsyona Ewropayê li ser vê biryara Tirkiyê daxuyanî da û got, “Em hêviya dilsoziya cîbicîkirina peymana penaberan a Tirkiyê re dikin.”

Di daxuyaniyeke çapemeniyê ya berdevkiya Komîsyona Ewropa de hat gotin, em hêvî dikin Tirkiye pabendî sozên xwe yên kontrolkirina herikîna koçberan be û hat diyar kirin, hîn Tirkiyê bi awayekî fermî guhertina polîtîkaya xwe ya bo penaberan ranegihandiye.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî ragihandibû ku ew êdî ji bo penaberên bixwazin biçin Ewropayê re nabin asteng.