Komisyona Ewropa daxwaz dike welatên Ewropî welatiyên xwe ji Sûrî vegerînin
PeyamaKurd – Komisyona Encûmena Ewropa ya Mafên Mirova ji ber rewşa girtiyên DAIŞê li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê gelekî xerab e, daxwazê ji welatên Ewropî dike ku welatiyên xwe vegerînin.
Komisyona Encûmena Ewropa ya Mafên Mirova diyar kir, ku rewşa ewlekarî û tendirustî ya xerab li kampa Holê, jiyana welatiyên 47 welatên endamên komisyonê dixe bin metirsiyê.
Komisyonera Encûmena Ewropa ji bo Mafên Mirova Dunja Mijatovic destnîşan kir, ku derxistina zarokên biyanî ji kampan, karekî destpêkî û neçarî ye. Divê dayikên wan jî li gel wan bêne derxistin.
Beriya niha jî Berpirsê Navenda Pêwendiyên Karên Derve yê Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Umer, daxwaza hevkariyê ji civaka navdewletî kiribû, ku çend navendên taybet li Rojavayê Kurdistanê, û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ava bikin û zarokên çekdarên DAIŞê yên ku li kampa Holê dimînin, tê de bi cîh bikin, û perwerde bikin, heta ku dubare ji bo nav civakê bên vegerandin.
Nêzîkî 64 Hezar endamên malbatên DAIŞê li kampa Holê dimînin, beşeke zêde ji welatên Ewropî red dikin, welatiyên xwe yên tevlî DAIŞê bûne vegerînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin