Ji Iraqê bo Tirkiyeyê geştên balafirê ji nû ve dest pê dike

15 nîsan 2026 23:00

Rêhewayên Iraqê ragihand ku ji 18'ê Nîsanê pê ve geştên balafirê yên ji Iraqê bo Tirkiyeyê ji nû ve dest pê dike.

Ji Iraqê bo Tirkiyeyê geştên balafirê ji nû ve dest pê dike

RûpelNews - Ji hêla rêhewayên Iraqê ve der barê geştên navdewletî de daxuyaniyekê hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku geştên balafirê yên ji Iraqê bo Tirkiyeyê ku ji ber şerê li Îranê hatibû rawestandin, ji nû ve dest pê dikin.

Hat diyar kirin ku piştî demeke dirêj yekem sefer ji Balafirgeha li Bexdayê bo Balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê 18ê Nîsanê roja şemiyê wê were destpêkirin.

Ji ber şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de 28ê Sibatê derket, gelek firînên di navbera welatên Rojhilata Navîn de hatin rawestandin. Iraqê jî hewa-qada xwe li ser firînan girtîbû. Li du agirbestê ku piştî 40 rojan hat ragihandin, Rêhewaya Iraqê ragihand ku ew ê ji hefteya bê ve firînên navneteweyî qonax bi qonax ji nû ve bide destpêkirin.