Ji Îranê bersiva dest danîna ser kestiya Koreya Basûr: 7 milyar dolarên me nadin!

05 rêbendan 2021 23:49
Ji Îranê bersiva dest danîna ser kestiya Koreya Basûr: 7 milyar dolarên me nadin!

PeyamaKurd – Doh 4ê Çile keştiyeke bi ala Koreya Başûr li Kendavê ji aliyê hêzên deryavaniya Îranê ve hatibû desteserkirin.

Li ser mijarê Berdevkê Hikûmeta Îranê Alî Rebîî, li ser pirsa rojnamevanan a destdanîna ser keştiyê, Koreya Başûr tawanbar kir û got, “Heger bi rastî jî keştî hatibe rehîn girtin, divê bê zanîn ku hikûmeta Koreya Başîr zêdetirî 7 milyar dolarên me rehîn girtiye.”

Rebîî di berdewamê de jî îdia kir ku keştiya tankera petrolê ji ber belavkirina qirêjiyê li nav kendava Besrayê hatiye desteserkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye di çarçoveya dorpêçên Amerîkayê de, gelek welat nikarin karê bazirganî bi Îranê re bikin û veguhestina pereyan jî bo Îranê qedexe ye.