Îranê dest danî ser kestiya girêdayî Îsraîlê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku rejîma Îranê dest daniye ser keştiyeke bi Îsraîlê re pêwendîdar e.
Ajansa nûçeyan a dewletê ya Îranê (IRNA) ragihand ku hêzên Pasdaran ên rejîma Îranê roja Şemiyê, li Tengava Hurmuzê, dest danîne ser keştiyeke barhilgir a girêdayî Îsraîlê.
Ev nûçe piştî çend rojan hat ku Tehran hişyarî da ku ew dikare herêmê ji trafîka deryayî bigire.
IRNAyê ragihand ku helîkoptêreke Pasdaran keştiya MSC Aries a bi ala Portekîzê desteser kiriye û keştiyê ber bi ava Îranê ve biriye.
Dezgehên parastina deryayî ragihandin ku li Tengava Hurmuzê ya di navbera Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) û Îranê de, ji aliyê hêzên herêmî ve keştiyek hatiye desteserkirin.
Li gor agahiyên Reutersê Aries ji aliyê Gortal Shippinga ku pargîdana Zodiac Maritime ye ve ji kompaniya barkêş navneteweyî MSC hatiye kirêkirin. Zodiac got MSC ji hemî çalakiyên keştiyê berpirsiyar e.
Zodiacê jî ragihand ku MSC ji hemû çalakiyên keştiyan berpirsyar e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin