Îranê dest danî ser kestiya ku bi Îsraîlê re têkildare

13 nîsan 2024 20:03
Îranê dest danî ser kestiya ku bi Îsraîlê re têkildare

PeyamaKurd – Medya Îranê ragihand ku artêşa Îranê beşa hêzên deryayê dest daniye ser keştiya bi navê ‘MSC Aries’ê ku bandrala wê Portekîze lê têkiliya wê bi Îsraîlê re heye. Ajansa Tesnimê ya Îranê ragihand ku hêzên deryayî yên Îranê dest daniye ser keştiyê.

Îran, li Kendava Basrayê dest daniye ser keştiyê û dibêje ku keştî ya şîrketa li Londrayê ya "Zodiac Maritime"e û xwediyê şîrketê karsazê Îsraîlî Eyal Ofel e.

Radyoya Îsraîlê di ser platforma Xê de mijarê ragihand û got:

“Hêzên Îranê li nêzî Buhira Hurmizê êrîşî keştiya ku kiriye, qismekî ji keştiyê yê Îsraîle. Keştî ji Îmratan diçû Hindistanê.”

Ji bilî daxwuyaniya li jorê, Radyo ya Îsraîlê behsa hûrahiya mijarê nekir.