Îsraîl ji bo kestiya ku Îranê dest danî ser got: Wê tehemmula encama wê bikin

13 nîsan 2024 22:57
Îsraîl ji bo kestiya ku Îranê dest danî ser got: Wê tehemmula encama wê bikin

PeyamaKurd – Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari, piştî li Buhira Hurmizê Îranê dest danî ser keştiya bazirganî ya Îsraîlê daxwuyanî da û got:

“Îran her diçe rewşê zamettir dike û wê tehemula encama wê jî bike. Îsraîl asta hawarê bilind kir. Ji bo em Îsraîlê ji êrîşkariya Îranê ya zêdetir biparêzin, me amadekariya xwe zêde kir. Em amade ne ku bersiva Îranê bidin.

Hêzên bergiriya Îsraîlê ji bo hemû senaryoyan amade ye û ji bo xelkê Îsraîlê biparêze, wê bi hevkarên xwe re pêngavên pêwist bavêje.”

Medya Îranê ragihandibû ku artêşa Îranê nêzî Buhira Hurmizê bi helîkopterê operasyon kiribû ser keştiya bazirganî ya bi navê  ‘MSC Aries’ê ku bandrala wê Portekîze û xwediyê wê karsazê Îsraîlî yê bi navê Eyal Ofer e ku xwediyê şîrketa Zodiacê ye.