Ji HSDê daxuyanî: Me ji hevdîtinên bi Sûriyê re ti encam nestand
PeyamaKurd – Berdevka Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Cîhan Ehmed ji medya Rûsî re derbarê hevdîtinên ligel hikûmeta Sûriyê daxuyanî dan.
Cîhan Ehmed destnîşan kir ku hevdîtinên siyasî bi seroktiya Îlham Ehmed ji aliyê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ve têne birêvekirin û got, “Gefên Tirkiyê ne tenê ji bo bakurê Sûriyê ne, ji bo tevahiya Sûriyê ne. Ji bo em li dijî van gefan rawestin pêwîste em rêveberiya Şamê re li hev bikin û gotûbêjan bikin.”
‘JI BO ME YA HERÎ GIRÎNG NASKIRINA ROJAVA YE’
Ehmed herwiha li ser hevdîtinên berdewam jî diyar kir, “Em proseya dîyalogê berdewam dikin û heta vê kêliyê me ti encamek bi dest nexistiye. Ji bo me ya herî girîng naskirina rêveberiya xweser (Rojava) ya li bakurê rojhilatê Sûriyê ye. Digel her tiştî jî em Sûriyeyî ne û zarokên Sûriyê ne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin