Erebistana Siûdî pistgiriyê dide yekbûna HSDê bi artêsa Sûriyê re
PeyamaKurd – Erebistana Siûdî pêşwaziya ragihandina hikûmeta Sûriyê kir ku wê rêkeftinek îmze kir ji bo yekkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di bin banê dewleta Sûriyê de, di heman demê de pesnê gavên Şamê bo dabînkirina aştiya navxweyî li welat kir.
Di daxuyaniyekê de ji aliyê Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ve hat ragihandin ku Erebistana Siûdî pêşwazî li îmzekirina rêkeftinê dike ku tê de hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurê rojhilatê Sûriyê tevlî saziyên dewleta Sûriyê tê kirin.
Herwiha hat gotin ku Erebistana Siûdî "piştgiriya tam" ya ji bo yekîtî, serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê dubare kiriye.
Ev daxuyanî piştî îmzekirina rêkeftinekê di navbera serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî de hat ku tê de hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Kurdî li bakurê rojhilatê Sûriyê di bin rêveberiya dewleta Sûriyê de tên yekkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin