Iraq bertek nîsanî daxuyaniya Netanyahu ya 'Erebistana Siûdî' dide
PeyamaKurd – Iraqê bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da ku gotibû, "Suûdî dikarin li Erebistana Siûdî dewleteke Filistînê ava bikin, li wir gelek axa wan heye."
Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de got: “Daxuyaniyên bi vî rengî êrîşeke eşkere ye bo ser serweriya Erebistana Siûdî û binpêkirina mafên rewa yên gelê Filîstînê ye”.
Wezareta Karên Derve diyar kir ku ew bi Erebîstana Siûdî re hevgirin û li dijî her destwerdana li serweriya welatên herêmê ne.
“Iraq piştevaniya yekîtiya axa Erebistana Siûdî dike”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her binpêkirina serweriya welatekî nayê qebûlkirin û wiha hat gotin, "Iraq piştgiriya ewlekarî, îstiqrar û yekîtiya axa Erebistana Siûdî dike."
Daxuyaniyên Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu di hevpeyvîna xwe ya li gel kanala 14 a televizyona Îsraîlê de bersiva pirseke derbarê mercê Erebistana Siûdî ji bo normalîzekirina avakirina dewleta Filistînê da. Netanyahu gotibû, "Suûdî dikarin li Erebîstana Siûdî dewleteke Filistînê ava bikin, li wir gelek axa wan heye."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin